“Rêxistina tenduristiya cîhanê koçberên Efrînê pêşguhkirin e”

Belê ev metirsiya herî zêde jî li nava çadirên koçberên Efrînî yên li Şehbayê xwe dide der. Dorpêça li ser herêmê dihêle ku di warê parastina ji vîrûsê de şênî zehmetiyan bibînin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê paşguhkirina rêxistinên mirovî li hember koçberên Efrînê rexne kir û bang girtina tedbîrên xweparastinê kir.

Belavbûna vîrusa Corona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zehmetî bi xwe re aniye.

Di sala 2021’an de ya tê xuyakirin welatên rewşa aboriya xwe baş wê demê xwe bi derzîkirinê derbas bikin û yên hejar jî tenê li wan temaşe bikin.

Ev yek jî dibe sedema ku li herêmên mîna Sûriye rewşa welatiyan di nava zehmetiyê de bimêne.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê paşguhkirina rêxistinên mirovî li hember koçberên Efrînê rexne kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Dr. Mihemed Nûr diyar kir ku rêxistinên navnetewî koçberên Efrînî yên li Şehbayê paşguh kirine.

Dr. Mihemed Nûr ji bo xweparastina ji vîrûsê îşaret bi tevdîrên parastina li dijî vîrûsê kir.

Herêma Şehba ya di bin dorpêça hêzên hikumeta Şamê û Çeteyên dewleta Tirkiyê de ye, ji ber kêmderfetiyên heyî bi metirsiya vîrûsa Corona re rûbirû ne.

Back to top button