Li Başûrê Kurdistanê merasîmên biranîna qurbaniyên Enfalê hatin çêkirin

Îro salvegera 35’emîn a komkujiya Enfalê ye. Bi vê boneyê li Başûrê Kurdistanê merasîmên biranîna qurbnaiyên Komkujiya Enfalê hatin çêkirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi vê boneyê daxuyanî dan û şehîdên enfalê bi bîr anîn.

Îro, 35 sal li ser destpêkirina Komkujiiya Enfalê , derbas dibin.

Rêjîma Sedam a Baasî di navbera salên 1986-1989an de komkujiyeke mezin li dijî kurdên başûrî Kurdistanê pêk anî. Di vê komkujiya ku komkujiya Helebçe beşek jê bû, zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û zêdetirî milyonekî kurd hatin koçberkirin.

Bi vê boneyê îro li Başûrê Kurdistanê, li goristana Enfaliyan li bajarokê Rizgarî a ser bi Germiyan û li goristana Enfaliyan ya li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê qurbaniyên Enfalê hatin bi bîranîn.

Di merasîma bîranînê de, li ser navê malbatên Enfaliyan, Elî Derwêş axivî û bang li Hikumeta Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê kir ku girêdayî yasaya bin û biryara Dadgeha Bilind ya Sucan a li ser jenosîda gelê Kurd bi cih bînin.

Bi heman armancê li Kerkûkê jî malbat û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên malbatên Enfaliyan rêz kirin.

Malbatên Enfaliyan di daxuyaniyê de, daxwaza dadghekirina sûcdarên Enfalê kir û daxwaz ji serokkomarê Iraqê kir ku bi navê dewleta Iraqê lêborînê ji hemû qurbaniyên Başûrê Kurdistan û Iraqê bixwaze.

Malbatên şehîdan a PKK’ê: Enfalker dixwazin armancên xwe dubare bikin

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê jî bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de behsa zilma rejîma Baas û sucên mezin ku li ser Kurdan pêk anîne kir û diyar kir ku enfalker hîna jî mane û dixwazên armancên xwe dubare bikin.

DBP’ê: Komkujiya Enfalê di bîra mirovahiyê de birîneke ne kewiyayî ye

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şehîdên Komkujiya Enfalê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û bi bîr xist ku Komkujiya Enfalê li Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, û parlamentoyên Norwêç, Swêd û Ingilistanê weke qirkirina Kurdan hatiye naskirin.

DBP’ê destnîşan kir ku qirkirina Enfalê weke sûcê mirovahiyê ku di bîra mirovahiyê de hê birîneke nekewiyayî ye.

Back to top button