Amerîka..Piştî kuştina ciwanê Afro-Amarîkî kolanên hêrsa gel kêm nabe

Hêrsa polîsan ya li dijî Afro-Amerîkiyan, welat xistiya nava metirsiyê. Bi kuştina ciwanê 20 salî Daunte Wright re, careke din li DYA çalakî û xwepêşandanan despê kiriye.

Tevî tundiya polîsan xwepêşandêr li qadanin. Tenê di destwerdana polîsan ya li bajarê Brooklyn Center re, zêdeyî 60 kes hatin binçavkirin. Ji kolanên Amerîka, dûman û metirsiya şerekî navxweyî ji herdemê zêdetir, derketiye pêş.

Li eyaleta Minnesota careke din ji ber tundiya polîsan ya li dijî Afro-Amerîkiyan welatî û hêzên ewlekariyê hatine pêşberî hev.

Herî dawî dema ciwanê 20 salî Daunte Wright li trafîkê hate zivirandin polîsan ew kuştibûn.

Her çiqasî şefê polîsan ragihand ku bi şaştî Wright hatiye kuştin jî lê vê yekê nekarî, hêrsa gel ya li dijî wan bidawî bike.

Bi rojane li bajarê Brooklyn Center li dijî polîsan xwepêşandan pêk tên.

Tev rewşa hewaya nebaş jî bi sedan kes li Brooklyn Center bi slogana “ji Daunte Wright re edalet ” meşiyan.

Di şeva 3. de li bajar, tevî polîsê Wright kuştî îstifa kir jî lê alozî kêm nebû.

Li bajar di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûn derketin.

Li bajarê Dallas yê DYA bi sedan kes kom bûn û li dijî tundiya polîsan bertek nîşandan.

Li bajarê Portland yê eyaleta Orengon, di saetên şevê de agir bi xaniyan hate xistin.

Nêzî 100 xwepêşandêrên li hev kombûyîn agir bi Avahiya Komeleya Polîs ya Portlandê xistin.

Xwepêşandêran jî ev yek weke “raperîn” binavkirin.

Li heman eyaleta Minneapolis ji ber tirsa talanî û şewitandinê xwediyê dikanan dest bi parastina tevdîran kirine.

Li Portland ya eyaleta Mnnesota par careke din polîsekê lingê xwe li ser qirika George Floyd danîbû û kuştibû.

Ji wê demê ve zextên li dijî Afro-Amerîkiyan ve tê şermezarkirin.

Back to top button