Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê a ji bo azadiya rêber APO û bidawîkirina binpêkirinê mafan li girtîgehan di roja 139’an de ye. HDP û rêxistinên civaka sîvîl, jî bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê, li Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê û Malbatên girtiyan jî banga hestiyariyê kirin.

Bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, çalakiya greva birçîbûnê ên li girtîgehan destpêkir, bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya grevê bi koma 28’emîn di roja 139’an de dewam dike.

Çalakiya grevê li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî 118’an de ye.

Her wiha çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 101’an de didome.

Li dijî tecrîdê li Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

HDP û rêxistinên civaka sîvîl, bi armanca balê bikişînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê, li Parka Koşûyolû a Amedê daxuyanî dan çapmeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Polîsan berî daxuyaniyê, Bîrdariya Mafên Mirovan dorpêç kirin û gelek maşîneyên li derdora parkê bicihkirin.

Her wiha polîsan kesên ku tevlî daxuyaniyê bûn dorpêçkirin.

Kesên ku hatin dorpêçkirin çalakiya rûniştinê li dar xisitn û tecrîda li ser rêber APO şermezar kirin.

”Ne girtiyên me zilma heyî qebûl dikin ne jî em”

Bi grevên birçîbûnê re li hemberî girtiyan zext zêdetir bûn û malbatên girtiyan jî ji rewşa heyî bi fikar in.

Malbatên ku zarokên wan hatine sirgunkirin diyar kirin ku girtî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin û gotin:

Girtiyên ku li dijî zextan derdikevin jî zêdetir bi ser wan de diçin.

Zarokên me dema hatin sirgunkirin bi zext êrişan re rûbirû mane.

Divê dengê girtiyan û dengê malbatên girtiyan bê bihistin, bila zilm û zordarî ji holê rabe.

Dayîkên Aştiyê ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê dikin

Endamên Dayikên Aştiyê yên Enqereyê jî ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin.

Kadriye Ozgan da zanîn ku tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin û got:

Divê dimildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê diyalog bê pêşxistin.

Back to top button