Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî Çarşema Sor hate pîrozkirin

Lê pîrozbahî di malan de ji aliyê komên biçûk ve pêk hatin, Ango pîrozbahiyên Çarşema Sor di bin siya vîrûsa Corona de hatin pîrozkirin.

Îro 14’ê Nîsanê ye angu Sersala Êzidî ye.

Gelê Êzidî Çarşema destpêkê ji Nîsanê li gorî rojnameya (Kurmancî), pîroz dikin.

Ji ber tedbîrên qedexeya pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa Corona, êzidîyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê rê û resmên cejnê li malan û bi komên biçûk pêk anîn.

Ji rûspiyên Êzidiyan li herêma Cizîrê Faris Şemo Cejna Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û got,

wan îsal cejn weke her salê pîroz ne-kir û teqez kir ku ew biryara qedexeya giştî pêk tînin.

Şemo diyar kir ku cejin a aştî, hezkirin û destpêka sala nû ye.

Êzidiyên li bajarê Hesekê jî cejina sersala xwe pîroz kirin û hêviya misogeriya aramiyê kirin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî çarşema sor bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Di şahiyê de hevseroka mala Êzdiyan Gulê Xezal axivî û cejina êzdiyan li gelê cîhanê pîroz kir.

Koma kulîlkên pêşerojê û koma ciwanên Êzdî ayatên olî gotin.

Dengbêj Ehmedê Xanî jî bi strana Derwêşê Evdî tevlî şahıyê bû û ji aliyê mala êzdiyan ve hat xelat kirin.

Şahî bi stran û dîlanan bi dawî bû.

Her wiha li Baxçeyê Gulistana Zarokan ê zarokên Şengalê jî bi boneya cejna çarşerma sor, şahiyeke ji bo zarokan hat lidarxitin.

Back to top button