Rojnamevan Koyluoglu: Di sîstema Rojhilata Navîn û cîhanê de guhertin çêdibin

Rojnamevan Eziz Koyluoglu diyar kir ku PDK’ê ji bo berjwendiyên xwe dewleta Tirk teşwîqî berfirehkirina dagirkeriyê dike û got:
“Tirkiyê dixwaze Kurdan li beramberî hev derxîne.
Divê hemû Kurd helwest nîşan bidin, PDK’ê neçar bikin ku dest ji siyaseta xwe berde.”

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu derbarê siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk de axivî.

Ezîz Koyluoglu bibîr xist ku di sîstema Rojhilata Navîn û cîhanê de guhertin çêdibin û wiha pê de çû:

“Şerê Îsralî-Hemas, korîdora enerjiyê ya ku wê ji Hindistan destpê bike û di ser Îsraîlê re derbasî Ewropayê bê kirin, wekî mînaka vê yekê ye.
Ev rewş bandorê li Kurdan jî dike.”

“Li astanayê li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş tên kirin”

Koyluoglu balkişand li ser hevdîtinên dewleta Tirk a dagirker ku di dema dawî de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêkaniye û got:

“Li Astanayê rayedarên Îran, Rûsya û Tirkiyê bi taybet li ser rewşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser bingehê dijberiya Tevgera Azadiya Kurd nîqaş meşandine.

Dewleta Tirk ji 2015’an ve li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijî destkeftiyên gelên herêmê êrişên mezin pêk tîne.”

Ezîz Koyluoglu: PDK’ê bi temamî xwe radestî Tirkiyê kiriye

Rojnamevan Ezîz anî ziman ku Tirkiyê li dijî Başûrê Kurdistanê Stratejiyek dide meşandin û wiha pê de çû:

“Ji sala 1982’yan ve êrişî Başûr dike û dibêje ez ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bicîh bibim.
Ev jî tê wateya dagirkirinê.
Tirkiyê 2023’yan li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê şikestinek mezin dît.

Lewma ketiye nava hewldana zêdekirina hevkarên xwe.
Wekî encama PDK bi van van hewldanan bi temamî xwe radestî Tirkiyê kiriye.”

Ezîz Koyluoglu: PDK Tirkiyê teşwîqî berfirehkirina dagirkeriyê dike

Eziz Koyluoglu anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan li dijî hev bide şerkirin wiha berdewam kir:

“PDK di vê mijarê de bi dildarî kar dike û ji bo berjewendiyên xwe dewleta Tirk teşwîqî berfirehkirina dagirkeriyê dike.
Divê hemû Kurd helwest nîşan bidin, PDK’ê neçar bikin ku dest ji siyaseta xwe berde.”

Ezîz Koyluoglu: Dewleta Tirk hebûna xwe ya jeostratêjîk winda kiriye

Koyluoglu diyar kir ku tirkiye dixwaze Îran û Iraqê bike hevkarê siyaseta xwe ya qirêj û wiha bidawî kir:

“Dewleta Tirk hebûna xwe ya jeostratêjîk winda kiriye, vê yekê di siyaseta cîhanê de dewleta Tirk lawaztir kiriye.”

Back to top button