Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê: Tirkiyê tola DAIŞ’ê hiltîne

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantaona Firatê û Meclisa Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi daxuyaniyên cûda êrîşa dewleta tirk a li dijî avahiya Federasyona Gaziyên Şer a li Qamişloyê şermezar kirin û gotin:
“Tirkiyê ji gelê Kurd û şervanên azadiyê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan û şer kirin û dîrok ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsandin tol hildide.
Di bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên tirkiyê de, piştgiriya rasterast a ji bo Tirkiyê tê dîtin.
Serkeftin wê teqez a gelê me be û yê ku bin bikeve dijminê mirovatîyê Erdogan û hevkarê wî ne.”

Di 11’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hewayî li dijî avahiya Federasyona Gaziyên Şer a li Qamişloyê pêk anî.

Di encam de birîndarên şer yek ji fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û şervana YPJ’ê Azadî Dêrik şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û got:

“Dagirkeriya Tirkiyê ji gelê Kurd û şervanên azadiyê yên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan û şer kirin û dîrok ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsandin tol hildide.

Tirkiyê bi êrîşên xwe sînorên hemû peymanên navdewletî derbas kiriye û yesayên navdewletî bin pê dike.

Ev êrîş rê li ber terora DAIŞ’ê jî vedike.”

“Bêdengiya navneteweyî nîşaneya hevakariyê ye”

Navendê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir bêdengiya koalîsyonaa navneteweyî tê wateya piştgiriya rasterast a ji bo Tirkiyê.

Kongra Star: Erdogan bi êrişên xwe wekî serokê çeteyên DAIŞ’ê tevdigere

Bi heman armancê Meclisa Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Suriyê jî daxuyaniyek da û got:

“Erdogan bi êrişên xwe wekî serokê çeteyên DAIŞ’ê tevdigere û wan bi rêxistin dike.

Heval Sorxwîn û heval Azadî her tim bi awayekî bê dudilî û wêrek bibûn moral û coşa jiyanê.

Her tim bi gel û hevalên xwe re bibûn şopdarê heqîqetê. ”

Kongra Star: Em ê hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

“Em ê wek jin ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin.

Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî em ê wekî rêxistin li meydanan bin.

Serkeftin wê teqez a gelê me be.

Yê ku bin bikeve dijminê mirovatîyê Erdogan û hevkarê wî ne. ”

Li herêmê êrişa li dijî Federasyona Gaziyan hate şermezarkirin

Back to top button