Ji rojnamevan Silêman Ehmed 112 roj agahî nayên girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat rewandin û 112 rojin derhegê wî de ti agahî nayê girtin.
Endamên Ragihandina Şengalê revandina rojnamevan Silêman bi daxuyaniyeke şermezarkirin û gotin:
“Em bang li PDK’ê dikin ku rojnamevan Silêman Ehmed berde.”

Ji 25’ê cotmeha 2023 de tu agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê hat revandin, ew 112 rojin derheqê Silêman Ehmed de PDK’e ti agahî neda.

Bertek û bangawaziyên li hemberî rewandina Silêman dewam dike.

Rojnamevanên Şengalê girtina Silêman Ehmed şermezar kirin

Endamên Ragihandina Azad ya Şengalê bi daxuyaniyek çapemeniyê girtina rojnamevan Silêman Ehmed şermezarkirin.

Daxuyani ji aliyê Argeş Şengalî ve hate xwendin.

Argeş Şengalî balkişand li ser binpêkirinên azadiya raman û rojnamevanî li Başûrê Kurdistanê û got:

“Binpêkirinên azadiya fikir û rojnamevanî li Başûrê Kurdistanê her roj zêdetir dibe.

Girtîgehên Hewlêr û Dihokê tijî bûne rewşenbîr, azadîxwaz, welatparêz û rojnamevanên Kurd.

Desthilatdar ji bo pêkanînên xwe yên ne rewa, yên nedemokratîk veşêrin, destpêkê hewl didin ragihandina azad û rexnegir bêdeng bikin.”

“PDK guh nade bangawaziyên ji bo Silêman Ehmed”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku tevî bangawaziya beşeke zêde ya sazî û dezgenên ragihandinê lê PDK”‘e guh nade bangawaziyan.

“Silêman Ehmed û ROJNEWS ne bi tenêye”

Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin:

“Em weke rojnamevanên Êzidî yên Şengalê ev zilma PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî hevalê Silêman Ehmed dike, şermezar dikin.

Ewê bi qetilkirin, girtin û revandina rojnamevanan nikarin ragihandina azad bêdeng bikin û rastiyan veşêrin.

Em careke din dibêjin, hevalê me Silêman Ehmed û Rojnews ne bi tenêye.

Em ê bi kamera û pênûsa xwe berdewambin di gotina rastiyan û xizmetkirina ji gel re.

Ev pêkanînên nedemokratîk yên PDK’ê wê dawî li desthilata wê bîne û çiqas hewl bide jî wê nikaribe rastiyê veşêre.

Di serî de ji bo hevalê me Silêman Ehmed, em banga serbest berdana hemû hempîşe û azadîxwazên li girtîgehên PDK’ê de dikin.”

Rojnamevan Silêman 111 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button