Berxwedana xelkê Şengalê dewam dike

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê û ji bo piştgiriya Asayîşa Şengalê di roja 26’an de didome.

Çalakvanan duh li dijî helwesta hêzên Iraqê ya li hemberî meşa duh, kon veguhestin ser rêya giştî ya ku di ber asayîşê re derbas dibe.

Li ser veguhestina cihê kon, hêzên Iraqê xwestin ku kon ji ser rê bê rakirin, lê çalakvanan ev yek qebûl nekir.

Têkildarî mijarê di navbera çalakvanan û hêzên Iraqê de hevdîtin hatin kirin.

Li aliyê din beşek çalakvan jî li ber deriyên Asayîşa Êzidxanê kom bûn, her wiha li pêşiya kon jî agir hate pêxistin.

Şeva xwe li ber Asayîşa Şengalê derbas kirin û piştî hevdîtinê çalakiya xwe berdewam kirin.

Ciwanê bi navê Bawer Êzidxan bang li ciwanan kir ku piştgiriya çalakiyan wan bike û diyar kir heta ku daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan berdewam bike û got;

“Weke ciwan em ê xwe li ser vê xakê feda bikin û yên kû me nasnekin em jî wan nasnakin.”

Back to top button