Mihemed Cemîl: Rêber Apo ji bo gelên bindest hêvî ye

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl ku di sala 1994’an bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye, têkildarî hevdîtinê axivî û got:
“Pirsa yekemîn a ku Rêbertî ji me kir rewşa gel bû.
Hingî tê gihîştim ku Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye.”

Mihemed Cemîl bi van gotinan qala kesayeta Rêber Apo kir:

“Dikare civak û kesayetan analîz bike û çareseriyên guncaw ji aloziyan re bibîne.

Hêzên hegemonîk û kapîtalîst hêza Rêbertî nas kirin, lewra komplo li dijî wî pêk anîn.”

Cemîl diyar kir ku wê demê pirsa yekemîn a ku Rêber Apo ji me kir rewşa gel bû û wiha domand:

“Hingî tê gihîştim ku Rêbertî ji bo gelên bindest hêvî ye.

Welatparêzekî ji Rêber Apo re got gel guhdarî kadroyên Partiyê nakin.

Rêber Apo got ku bi sedên salan siyasetên qirkirin û asîmîlasyon û înkarê li ser gel hatin meşandin, normal e gel bi hêsanî bawer neke.

Ji bo gel ji nû ve were xurtirkirin divê em xebateke xurt pêk bînin.”

Li seranserî herêmê çalakiyên şermezarkirina komployê hatin lidarxistin

Back to top button