Berî çend se’etan Artêşa Tirk gundê El Cat ê bakur rojhilatê Minbicê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li gundên Toxar Sixîr û Qerate, bi çekên giran gundê El-Cat ê li bakur rojhilatê Minbicê topbaran kirin.
Gundê Til Diyab, Erîda û Derdara hatin topbarankirin
Duh jî, Tirkiyaya dagirker gundên Til Diyab û Eradyê ên navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.
Di heman demê de, bi hawn, tank û topan gundê Derdara yê navçeya Til Temirê a li ser rêya Zirganê jî hat topbarankirin.
Gundên navçeya Şerayê ya Efrînê hatin topbarankirin
Tevî êrîşên li ser Zirgan û Til Temir, li ser gundên Efrînê jî, mîna her carê hebûn.
Duh, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Elqemiyê û Irşadiyê yên navçeya Şera ya Efrînê kirin armanc û bi dijwarî dan ber topan.