Artêşa Niştimanî: Em ê bersivê bidin çi armanceke ku di sînorê deryayî de xwiya bike

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter amadebûna xwe ya bersivê li dijî çi hedefeke di sînorê deryayî ya Lîbyayê de nîşan da.

Fermandarê di Artêşa Niştimanî de, Xalid El-Mehcûb îro di axaftina xwe ya ji çapemeniyê re eşkere kir ku dewleta Tirk şandina çeteyan ber Lîbyayê ve diomîne.

Xalid El-Mehcûb teqez kir ku ew ê bersivê bidin çi armanceke ku di sînorê deryayî yê Lîbyayê xwiya bike.

Duh jî Fermandariya Artêşa Niştimanî hişyarî dabû keştî û balafirên biyanî ku bêyî hevkariya wan nekevin sînorên Lîbyayê.

NY: Heya şerê wekaletê heye, wê şerê li Lîbyayê bi dawî nebe

Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, li ser veguherandina şerê Lîbyayê ber şerekî herêmî ve hişyar da.

Stephanie Williams destnîşna kir ku heya şerê wekaletê di Lîbyayê de heye, wê şerê li welêt bi dawî nebe.

Williams anî ziman ku ew niha hewil didin agirbestekê ji bo Lîbyayê pêk bînin û hemû çeteyên biyanî jî ji welêlt derxînin.

Back to top button