Heta niha rewşa nexweşên Coronayê başe

Rewşa nexweşên Coronyaê yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî aram e û li malên xwe di karantînayê de ne.

Rojane ekîbên tenduristiyê serdana wan kesan dikin.

Heta niha ti xeteriya jiyanî yên kesên bi vîrûsa Coronayê ketine tune ye.

Hevserokê desteya tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku eger rewşa wan xeter bû wê ji bo navendên tenduristiyê werin veguhestin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 25 kes bi vîrûsê ketine.

Back to top button