Partiya Borîs Johnson li 2 herêmên hilbijartinê têk çû

Partiya Muhafezak a li Ingilîstanê desthilat e, darbeyeke giran xwar.
Serkeftina Partiya Karkeran li 2 herêmên hilbijatrtinê, partiya Muhafezkar a Borîs Johnson xist rewşeke aloz.

Serokê Partiya Muhafezekar û serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson, ji ber sosreta dema pandemiyê, karibî xwe careke din dengê baweriyê bidest bixe.

Lê tevî vê yekê jî li nava civakê, baweriya bi partiya wî her ku diçe kêmtir dibe.

Herî dawî ji encama hilbijartina navber a li herêman ev rastî derket holê.

Li herêmên Tiverton-Honiton û Wakefield hilbijartin pêk hatin.

Di encamê de darbeyeke giran li partiya Muhafezkar ket.

Li var herdû herêman Partiya Karkeran serkeftineke mezin bidest xist.

Bi vî awayî piştî 25 salan, cara pêşî ye ku li herêma Tiverton-Honiton Partiya Muhafezkar desthilatê wenda dike.

Bi encama hilbijartinên dawî re, li Meclisa Gelemperiyê, hejmara parlementerên Partiya Karkeran gihişt 200’î.

Li Îngilîstanê, piştî ku hejmarek ji parlementerên Partiya Muhafezkar îstîfa kirin, hilbijartinên navberê pêk hatin.

Piştî têkçûyîna mezin, Serokê Partiya Muhafezkar Oliver Dowden dest ji erka xwe berda û got;

Êdî lazime miroveke ku berpirsiyariya van encama bigre ser xwe peyda bibe.

Serokê Partiya Karkeran Keir Starmer serkeftina alîgirên xwe wiha nirxand:

Êdî baweriya gel bi Partiya Muhafezkar nemaye.

Serokwezîr Borîs Johnson jî diyar kir ku ew ku gorî encama dawî neçar in ku guh bidin daxwaza hilbijêran.

Li Îngilîstanê di rewşa heyî de ji sedî 40 parlementerên Partiya Muhafezkar bi Borşs Johnson bawer nakin.

Em yek wiha li anav civakê tê şîrovekirin:

Rojên zor û zehmet li pêşiya Johnson û partiya wî ne.

Back to top button