Borrell ji bo peymana nukleerî li ser rêya Îranê ye

Salek derbas bû, lê hîna ji di navbera welatên rojava û Tahranê de hîna aloziya ji ber peyaman nukleerî ya Îranê de bi dawî ne bûye.
Berpirsê Karê Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Josep Borrell di vê çarçoveyê de berê xwe dide Tahranê.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Kordînatorê Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş (KOEP) ku bi navê muzakereyên nukleerî yên Îranê tê naskirin, Borrell wê di 24-25’ê Hezîranê de li Tehranê be.

Borrell wê bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û rayedarên din ên Îranê re bicive.

Îranê di sala 2015’an de, bi 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Brîtanya, DYA, Çîn, Fransa, Rûsya) û Almanyayê re li ser bernameya nukleerî peyman îmze kiribû.

Amerîka 2018’an di dema serokatiya Donald Trump de ji peymanê derket.

Piştî ku Joe Biden bû serokê welat, ji bo ku DYA vegere peymanê, bi Îranê re danûstandin dest pê kir.

Her çend di danûstandinên navbera Îranê û aliyên peyaman nukleerî de, Nîsana 2021’an li Viyenê dest pê kirin û pêşketin çêbûn jî lê heta niha encamek zelal jê derneketiye.

Tevî daxwaza Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê ya ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Amerîka were derxistin, gelek mijarên ku aliyan li ser li hev nekirî hene.

Back to top button