Ciwanên Dêrik û Helebê Komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kirin

Ciwanên Dêrik û Helebê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û Komplo şermezar kirin.

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi meşalayan li Dêrikê li dar xist.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Ekîn Mihemed tecrîda li ser rêber Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember vê tecrîda dermirovî şermezar kir û got: “Plan û komployên faşîzma Tirk ên li dijî gelên herêmê bi saya fikrê rêber Ocalan bin ketin.

Bi heman boneyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist.

Bi sedan ciwan tevlî meşê bûn.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Efrîn axivî û got: “Divê dewleta Tirk, Amerîka û Brîtanya û dewletên din û PDKʹê jî bizanebe ku rêber Ocalan kilîta azadî û çareseriya li Rojhilata Navîn e.”

Back to top button