Dezgeha Zanyarî ya YNK xwest teqîna îro ya li Hewlêrê were zelalkirin

Li Hewlêra Başûrê Kurdistanê mayînek bi erebeyekê teqiya, hat ragihandin di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûne.

Girêdayî vê bûyerê jî Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê daxuyaniyek da û got:

“Şehîd Hewkar berê di erk û fermana fermî de bû û di hêzên dijî terorê de rola wî ya berçav hebû.”

Dezgehê sersaxî ji malbatê re xwest û ji hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê xwest ku lêkolînek hûr li ser teqînê were kirin.

Back to top button