Parêzerê malbata Jîna Emînî rapora tiba edlî red kir

Parêzerê malbata Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên Îranê ve hatî kuştin, rapora Tiba Edlî ji ber li gel bijîşkê malbatê şêwir nekiriye, red kir.

Tiba Edlî ya Iranê piştî 21 rojan rapora xwe ya têkildarî kuştina Jîna Emînî weşand.

Di raporê de tê îdiakirin ku Jîna ji ber nexweşiyeke kevn jiyana xwe ji dest daye û gotin: “Jîna Emînî di temenê xwe yê 8 salî de hatiye emeliyatkirin û girêkek ji mejiyê wê hatiye rakirin, dibe ku sedema mirina wê, ji ber vê nexweşiya kevn be.”

Malbata Jîna Emînî ji serdozgeriya giştî xwestîbuku bûyer were lêkolînkirin.

Malbatê ji bo lêkolînkirinê navê hinek bijîşkên pêbawer dabûn, lê yek ji van bijîşkan tevlî lêkolînkirinê nehatin kirin.

Yek ji parêzerê malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext ji hevpeyvînek xwe ya li gel BBC Farisî de bi daxwaza malbatê rapora Tiba Edlî red kir.

Back to top button