Li Hewlêrê teqîn: kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Hewlêra Başûrê Kurdistanê mayînek bi erebeyek de teqiya, hat ragihandin di encamê de kesek jiyana xwe ji dest daye 3 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin li taxa 32 ya parka Hewlêrê, wesayîtek ji ber sedemek nediyar teqiyaye.

Li gorî Rayaderê PDK’ê yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ku ji medya PDK’ê re axivîye dibêje di encama teqînê de kesek jiyana xwe ji dest daye. Nayê zanîn wesayît bi xwe teqiyaye, yan jî ji ber bombeyê teqiyaye.”

Hate ragihandin ku kesê di teqînê de jiyana xwe ji dest da efserê YNK’ê yê bi navê Hewkar Ebdullah Resul e.

Hat ragihandin ji 3 kesên ku birîndar jin û zarok in.

Back to top button