Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 196. de ye

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja 196’an de bi koma 39’emîn bi biryardariyeke mezin didome.

Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Li ser navê koma 38’an Endama Meclisa Îştar Taybet Mijinî axivî û got:

“Em wek xelkê Mexmûrê, çalakvanên ku niha ji bo azadiya Rêber Apo li Bakûrê Kurdistan, Tirkiye û Ewropa di çalakiyan de ne, silav dikin.

Emê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo di çalakiyan de bin, malbatên girtiyan divê rabin ser lingan û têbikoşin. dem dema azadiyê ye.”

Çalakiya Nobetê li Mexmûr di roja 186’an de bi koma 37’an didome

Back to top button