Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.
Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand ku kampanyaya komkirina alîkariyê dan destpêkirin.
Her wiha bang li welatî û sermayedaran hat kirin ku tevlî vê kampanyayê bibin.
Ji Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê hate kiri
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî derbarê erdheja li Bakur û Rojvayê Kurdistanê de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em dibînin ku gelê me rastî karesatekê hatiye û em di rojên giran û bi êş re derbas dibin.
Em bi navê gelê Şengalê sersaxiyê ji tevahiya gelê xwere dixwazin û şîfaya xêrê ji hemû birîdaran re .
Em bang li tevahiya civaka Êzidî li her derê û dostên xwe dikin ku her kes li gor derfetên xwe ji bo mexdurên erdhejê bibin alîkar.”