Rêze konferansên bi fikrên Rêber Ocalan bi dawî bû

Rêze konferansên bi fikrên Rêber Ocalan ya bi dirûşmeya “Li dijî Modernîteya Kapîtalîst rabûn” bi rûniştina dawî û axaftina girtinê bi dawî bû.

Di konferansê de “Ji serî heta binî Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê” hat nîqaşkirin.

Rûntiştina dawî bi moderatoriya aktîvîstê di qada Dîroka Serdema Navîn a Gerdûnî ya Zanîngeha Edînbûrghê û lêkolîner Nîk Matheoû hat kirin.

Weke axaftvanên vê rûniştinê, gelek çalakvan û endamên rêxistinên Jin û endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif tev li bûn.

Beriya panelê beşên ku ji fikrên Rêber Ocalan ên derbarê Sîstema Konfederal a Demokratîk hatine berhevkirin, bi îngilizî hatin xwendin.

Konferansa ‘Em cîhana xwe şûnde dixwazin’ bi axaftina girtinê dawî bû.

Back to top button