Meclisa kombûna Jinan ya Zenûbiya, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Meclisa Jinan a PYD’ê a Hesekê bi daxuyaniyên cûda êrişa li ser jina têkoşer û pêşeng Zelal Zagros bi tundî şermezar kirin û gotin:”Têkiliya vê êrişê yekser bi îstîxbarata dewleta Tirk re heye.Armanca bingehîn a vê êrişê têkbirina şoreşa jina azad e.
Eger kujer neyê dîtin ev tê wateya ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî hevakarên kuştina Zelal in.”
Doh saetên piştî nîvro li dijî şoreşger û pêşenga ji bajarê Hesekê yê ji Rojavayê Kurdistanê Zelal Zagros bi êrişek ne merdane a êrişeke çekdarî pêk hat.
Di encama êrîşê de Zelal Zagros şehîd bû.
Meclisa Kombûna Jinan ya Zenûbiya bi daxuyniyekê şehîdkirina Zelal Zagros şermzar kir û got:
Hêza jinê, rûyê rast yê hêzên desthilatdar û xwedî zêhniyeta zilamsaral eşkere kir.
Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar bi her awayî êrîşî vîn, îrade û hebûna jinê dikin.
Di serî de jinên pêşeng û yên azadîxwaz dike hedef.
Kombûnê balkişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Zelal Zagros û wiha domand:
Şehîd Zelal bi têkoşîna xwe ya 31 salî bû sembola jina azad bû û berxwedêr.
Bi vîn û îradeya xwe bû tirsa dilê hêzên desthilatdar.
Em banga li raya giştî dikin ku di zûtirîn dem de hesab ji kujer bê xwestin û werin dadgehkirin.
Li Kerkûkê êrişek çekdarî: Çalakvana siyasî Firyal Xalid şehîd bû