KJK’ê şehîdkirina Firyal Silêman Xalid şermezar kir

Koordînasyona KJK’ê şehîdkirina şoreşger û têkoşer Zelal Zagros şermezar kir. KJK’ê diyar kir wê hesab ji kujeran bê pirsîn û bang li gelê Kurd û jinan kir ku têkoşîna li dijî êrişan mezin bikin.

Jina siyasetmedar û şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid duh li Kerkûkê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû.

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya qetilkirina Firyal Silêman Xalid daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dewleta Tirk a qirker û faşîst bi qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid rûyê xwe yê qirêj, bi xwîn careke din nîşan da û wiha hate gotin;

“Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst komkujî û polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bi rêk û pêk didomîne.

Piştî ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin, li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan şoreşger, siyasetmedar û çalakvanên jin hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk ji bo têkoşîna jinên Kurd lawaz bike mîna şebekeyeke kuştinê tevdigere. Jê heye ku bi kuştina jinan û Kurdan wê karibe wan ji têkoşîna azadiyê û berxwedanê dûr bixe.

Lê her êriş û komkujiyê îradeya jinên Kurd xurt kir, biryardariya ji bo tevlîbûna li nava têkoşînê hîn mezintir kir.”

KJK’ê diyar kir armanca qetilkirina Firyal Silêman tirsa ji têkoşîna jinên Kurd e û wiha dewam kir;

“Tevî vê yekê dewleta Tirk dixwaze destketiyên gelê Kurd ên li Kerkûkê têk bibe, bê Kurd bihêle, gelan li ber hev rake.

Bi kuştinên jinên Kurd û girtinê hûn ê nikaribin biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadiyê asteng bikin.

Berevajî vê yekê biryardarî û îradeya me hîn xurt dibe û bi hezaran Sara û Zelal ên nû tevlî nava çeperên têkoşîn û berxwedanê dibin.”

KJK’ê di dawiyê de diyar ku ew ê bi xurtî xwedî li keda sih salan a têkoşîna şehîd Firyal Silêman Xalid ya azadiya jinê derkevin û wiha bi dawî kir;

“Em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst, xizmetkar û tetîkkêşên wan bipirsin.

Em bang li jinên ciwan ên Kurd dikin ku weke Firyal ên nû tevlî nava refên berxwedan û têkoşîna azadiyê bibin û bersiva herî xurt bidin dewleta Tirk a faşîst.

Em bang li hêzên herêmî û welatên ku kuştin lê diqewimin dikin ku helwestê nîşan bidin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Back to top button