Li Xan Yunus cenazeyên 21 dîlên Îsraîlî hatin dîtin

Di şerê Hemas û Îsraîlê de heta niha bêtirî 24 hezar kes mirine û şerê ku navenda wê Xezaye hê jî bi dijwarî didome.
Hat ragihandin li Xan Yunus a başûrê Şerîda Xezayê cenazeyên 21 dîlên Îsraîlî hatine dîtin.
Di serdegirtina hêzên Îsraîlî de gelek Filistînî hatin binçavkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî careke din got,“Heta Xeza bi temamî ji çekan neyê xalîkirin wê şer bidome. Heta ez li ser kar bim wê dewleteke Filistînê neyê avakirin.”

Di şerê Hemas û Îsraîlê de ku sê meh û nîve dewam dike, heta niha bêtirî 24 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şêrê ku navenda wê Xezaye bi dijwarî didome.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku doh roja pêncşemê li Xan Yunus a li başûrê Şerîda Xezayê cenazeyên 21 dîlên Îsraîlî hatine dîtin.

Hat ragihandin cenazeyên dîlan li goristaneke li herêma Benî Suheyla hatine dîtin.

Hêzên Îsraîlî li Şerîa Rojava gelek kes binçav kirin

Hêzên Îsraîlî ber destê vê sibê li Şerîa Rojava di serdegirtinan de hejmareke zêde Filistînî binçavkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê artêşa Îsraîlê li gelek herêman bi ser malan de girtine û hejmarake zêde ciwan xistine bin çavan.

Hat diyar kirin li Ramallahê jî di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de 2 kes birîndar bûne.

Netanyahu: Heta ez li ser kar bim wê dewleta Filistînê nebe

Li aliyê din niqaş û nakokiyên di navbera Amerîka û Îsraîlê yên derbarê avabûna dewleta Filistînê de didomin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû roja pêncşemê di civîneke çapemeniyê de li Tel Avîvê li ser mijarê axivî.

Netanyahû dibêje; “Heta ez li ser erkbim wê dewleta Filistînê neyê avakirin.

Şerê niha têkildarî avabûna dewleta Filistînê nîne, têkildarî ji holê rakirina dewleta Yahûdiyan e.”

Her wiha Netanyahû diyar kir heta ku Xeza bi temamî ji çekan neyê xalîkirin, dîl neyên rizgarkirin û serketin misoger nebe wê şer bi bîryardarî dewam bike.

Waşîngton: Em ê hewldanên çareseriya du dewletî bidomînin

Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî yê Amerîkayê John Kirby jî derbarê mijarê de daxuyanî da.

Kirby dibêje, “Waşington heta pêkanîna çareseriya du dewletî wê hewldanên xwe bidomîne.

Piştî şer bi dawî bibe wê Xeza hebe û careke din neyê dagirkirin.”

Back to top button