Di roja 103. de şerê Îsraîl û Hemasê

Şerê Hemas û Îsraîlê di roja 103. de bi dijwarî didome.
Îsraîlê ragihand di êrişên wan de 6 endamên Hemasê hatine kuştin.
Hamasê jî ragihand ku di şerê Xezayê de heta niha 24 hezar 448 Filistinî hatine kuştin.
Li aliyê din ji bo derbaskirina derman û alîkariyan ji bo Xezayê Îsraîl û Hamasê lihevkirin.

Şerê li Xezayê yê di navbera Îsraîl û Hamasê de 103 roje bi dijwarî didome.

Hate ragihandin di êrişa Îsraîlê ya ezmanî a li nêzîkî Nablûsê de 3 Filistînî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê têkildarî êrişê ragihand, kesên çekdar ku li Kampa Penaberan a Balata ya li bajarê Nablûsê a li Şerîa Rojava amadekariya operasyonekê dikirin hatine hedef girtin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin serokê komê Ebdullah Ebû Şelal ku berpirsyarê gelek êrişane, hatiye hedef girtin.

Îsraîl: Li Şerîda Xezayê 6 endamên Hamasê hatin kuştin

Dîsa artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa ezmanî ya li Şerîda Xezayê de yek ji berpirsê îstîxbaratê Bîlal Nofal jî di navê de 6 endamên Hamasê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin hêzên wan li Xezayê hejmareke zêde moşek îmha kirine.

Her wiha hate diyar kirin di şerê li bakurê Xezayê de 2 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin, leşkerek û xebatkarekî tenduristiyê jî giran birîndar bûne.

Hemas: Li Xezayê 24 hezar 448 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê jî bîlançoya şerê li Xezayê eşkere kir.

Wezaretê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê de 24 hezar û 448 Fîlîstînî hatine kuştin.

Wezaretê diyar kir ku 61 hezar û 504 kes jî birîndar bûne û gelek kes hîn jî di binê xirbeyan de ne.

Îsraîlê êrişî nexweşxaneya Sahra ya li Xan Yûnus kir

Li aliyê din hat ragihandin artêşa Îsraîlê ji duh ve derdora nexweşxaneya Sahra ya Urdinê a li Xan Yunus ya li başûrê Xezayê bombebaran kir.

Hat ragihandin bombebaranê ziyaneke mezin li nexweşxaneyê kiriye. Hat diyar kirin ji ber şerê li derdora nexweşxaneyê xebatkarekî nexweşxaneyê û welatiyekî ku derman dibû jî birîndar bûne.

Ji bo derbaskirina derman û alîkariyê ji bo Xezayê lihevkirin pêk hat

Li aliyê din bi navbêynkariya Qatar û Fransayê ji bo derbaskirina derman û alîkariyê ji bo Xezayê di navbera Îsraîl û Hamasê de lihevkirin pêk hat.

Hat ragihandin di çarçoveya lihevkirinê de wê ji bo hêsîrên Îsraîlî yên li Xezayê derman û ji bo Filistîniyan jî derman û alîkarî bê derbaskirin.

Li gorî lihevkirinê wê derman û alîkarî bi rêya Xaça Sor deriyê Refahê re bên derbaskirin.

Şerê Îsraîl û Hamasê 100 roj li pey xwe hişt

Back to top button