Dewleta Tirk şanoya bi Kurdî jî qedexe kir

HDP’ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina lîstika şanoya Kurdî da û diyar kir ku desthilatdarî dijminê Kurdî ye.

Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê, Spor, Çand û Hunerê ya HDP’ê têkildarî qedexekirina şanoya Kurdî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyeke de, helwesta desthilata AKP’ê ya li hember zimanê Kurdî hate rexnekirin, ku ev demeke dirêj e “Teatra Jiyana Nû” vî karê dike.

Li gorî daxuyaniyê, kes nikare şano û zimanê Kurdî xedexe bike ne hêza qeymaqaman, ne jî ya desthilatdaran têrê dike.

Komîsyona HDP’û ya çandê daxwaz kir ku tavilê qedexeya li hember şanoya Kurdî bê rakirin.

Duh qeymeqamê navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, berhema şano ya bi navê ‘Bêrû’ ku ji aliyê nivîskarê Îtalyayî yê xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê Darîo Fo ve hatiye nivîsandin, ji ber ku wergerî Kurdî kiribûn û wê bi Kurdî bihata pêşkêşkirin, qedexe kir.

Back to top button