Arêz Abdulla: Ger alîkariya PDK’ê nebe ne pêkane êriş pêk were

Li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên bi piştgiriya PDK’ê nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê zêde dibin. Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Arês Abdulla û Serokê berê yê parlementoya başûr Yûsif Mihemed diyar kirin ev êriş ji bo başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin û divê zû pêşî lê bê girtin. Her wiha hat gotin eger alîkariya PDK’ê nebe, ne pêkane ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê bike.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê ku PDK jî piştgiriyê dike, nerazîbûn zêde dibin.

Endamê Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan-YNK’ê Arês Abdulla diyar ku eger alîkariya PDK’ê nebe, ne pêkane ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê bike.

Arêz da zanîn, bi vê êriş û dagirkeriyê ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî Tevgera Rizgarîxwaz xilas dibe.

Derbarê hevkariya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk jî Arêz dibêje,

“Ev siyaseta niha ya li gel Tirkiyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê û hikumetê ye. Tenê siyaseta PDK’ê ye. Ev êriş piştî serdana serokê Hikumetê ya ji bo Trikiyê pêk hat.

Tirkiye girîngiyê nade statûya Herêma Kurdistanê.”

Arêz Abdula di dawiyê de got, “Ev êriş ji bo pêşeroja Gelê Kurd gelek metirsiye, di heman demê de li ser, statûya herêm û PDK’ê jî metirsiye.”

Yûsif Mihemed: Tevlêbûna PDK’ê di êrişa dewleta Tirk de xeletiyeke mezin e

Serokê Berê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Yusuf Mihemed jî da zanîn gelê Başûrê Kurdistanê piştgiriyê nade şerê ku niha dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla daye destpêkirin.

Mihemed diyarkir tevlîbûna PDK’ya di êrişa dewleta Tirk de xeletiyek gelek mezine.

Mihemed da zanîn PKK tenê behaneye, armanc dagirkirina başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir;

“Armanc ewe ku carek din xwe bigihîne wîlayeta Musil û bixe bin kontrola xwe. Dixwazin deverê bi ser Tirkiyê ve bikin.

Armanca van êrişan tenê gerîla nine, PKK tenê behaneye, lê di pişt de armancên hîn berfirehtir hene.”

Yûsif Mihemed diyar kir ger Tirkiye di van êrişan de bi ser bikeve wê dagirkeriya xwe hê firehtir bike û got divê zû pêşî li van êrişan bê girtin.

Tevgera Azadî: Divê hemû hêzên Kurd li ber dagirkerî û xiyanetê rabin

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî, derbarê êrişa dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li navenda xwe ya li bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser hevkariya malbata Barzanî ya û hat diyar kirin ger ku PDK alîkariyê neke, ti carî dewleta Tirk di êrişên xwe de sernakeve.

Tevgera Azadî bang li hemû aliyên Kurd û hêzên Iraqê kir ku bi hevre dijî dagirkerî û xeta xiyanetê rabin.

Back to top button