Efxanistna…di êrişa li paytext Kabulê de bêtirî 20 xwendekar hatin kuştin

Efxanistan ji teqîn û êrişan xelas nabe.
Li paytext Kabulê li dijî dibistaneke û navendeke perwerdê ku piraniya wan xwendekarên ji mesheba Şiî ne, 2 êrişên xwekujiyê pêk hat.
Şahidên bûyerî dibêjin herî kêm 20 xwendekar hatine kuştin.
Berdevkê Rêveberiya Polîsên Kabulê jî ragihand ku di encama teqînan de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Îro careke din pateyxta Efxanistan Kabul bi teqînan hejiya.

Di armanca êrişan de taxa Deştî Berçî ya ku piraniya wan ji mesheba Şiî ne hebû.

Di êrîşa yekemîn de Navenda Perwerdehiyê ya Mumtazê û ya duyemîn jî lîseya Abdurrahîm Şehîd hate kirin.

Şahidan diyar kirin ku dema xwendekar vedigeriyan mal, xwekujekî li ber derî dibistana amadeyî xwe teqandiye.

Di encamê de bêtirî 20 xwendekar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Endamên çapemeniya Efxan ragihandin ku êrîşa duyemîn jî li heman herêmê pêk hatiye.

Êrîşa din jî li dijî navenda amadekariya zanîngehê bû.

Derbarê kuştî û birîndarên li vir de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Lê hat diyarkirin ku gelek xwendekar birîndar bûne.

Wezareta Karên Hundir a Talîbanê diyar kir ku derbarê êrîşan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê der barê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Talîbanê hemû rêyên diçin cihê êrîşê girtin û nehiştin rojnameger bikevin herêmê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê bo çapemeniya herîmî hatî parvekirin dibe ku jimara mirî û birîndaran zêde bibe.

Rêveberiya Polîsên kabul: 6 kes hatine kuştin û 11 jî birîndarin

Piştî van daxuyanî û îdiayan Berdevkê Rêveberiya Polîsên Kabulê Xalid Zadran bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqînan de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşan negirtiye ser xwe.

Rêxistina bi navê DAIŞ-Xorasanê beriya niha berpirsyariya êrîşên ku li van herêman pêk hatibûn, girtibû ser xwe.

Back to top button