Biden banga hevdîtinê li hevkarên xwe kir

Bi destpêkirina êrişa nû ya Rûsya li dijî herêma Donbasê, hêzên NATO ketin nava tevgerê.
Bi vê armancê serokê Amerîkayê Joe Biden bang li hevkarên xwe kie da ku piştgiriya ji bo Ukraynayê zêde bikin.

Şevê din rêveberiya Kiev ragihand ku artêşa Rûsyayê li dijî herêma Donbasê dest bi tevgereke leşkerî kir.

Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê jî bi gotina,

Em derbasî qonaxa nû ya tevgera leşkerî bûn,

Êrişa li dijî Donasê piştrast kir..

Li hemberî rewşa nû ya şer, Amerîka û hevkarên NATO’yê jî ketin nava tevgerê.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê eşkere kir ku serokê welat Joe Biden bang li hevkarên xwe kir da ku kom bibin.

Li gorî daxuyaniya wî berpirsî, hevdîtin wê bi rêya vîdeo-konferans pêk were û têde mijara zêdekirina piştgiriya ji bo Ûkraynayê were nîqaşkirin.

Her wiha wê rê û rêbazên şidandina cezayên li ser Mosko jî bêne gotûbêjkirin.

Amerîka û welatên Rojavayî bi cezakirina Rûsyayê îdîa dikin ku ew ê êrişa li dijî Ûkraynayê rawestînin.

Kremlîn jî dibêje, cezayên Amerîka û Ewrûpa û li hemberî biryar û projeyên wan nebin asteng.

Back to top button