Rêxistin û partiyên Bakur banga rabûna li hember hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk kirin

Dayikên Aştiyê û gelek partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevpar êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla, ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin şermezar kirin û bang Kurdan û hemû gelên Tirkiyê hat kirin ku helwestê nîşan bidin.

Gelek Sazî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dayikên Aştiyê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk a ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya DBP’ê ya Amedê bi zimanê Kurdî ji aliyê Feleknas Ûca ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê ev êrîş weke yên berê ti encaman negre û ev tişt hatin gotin:

“Hikûmeta AKP-MHP’ê li şûna vê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike, israra xwe ya di polîtîkayên şer de didomîne.

Ev pêkanîn çawa ku duh encam nedan, îro û sibe jî dê encam nede.

Em êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê jî li gel vî şerê qirêj bi tundî şermezar dikin û em bi têkoşîna gelê Şengalê re ne.”

Di berdewama daxuyaniyê de bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hunermendên kurd, komên olî û rayedarên Kurdistanê hat kirin ku li hemberî vî şerê qirêj û hemû hêzên ku di vî şerî de cih digirin, bi helwesteke hevpar nîşan bidin û xwedî li destketiyên gelê kurd derkevin.

Dayikên Aşîtiyê: PDK qatilê zarokê Kurdan e

Piştî daxuyanî hat dayîn, endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hawa Kiran jî axivî û diyar kir ku PDK’ê qatilê zarokên Kurdan e.

Back to top button