117 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

3 mehin agahî ji edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed nayê girtin.
Derbarê revadina Silêman Ehmed de Rojnemevanên kantona Efrîn, Şehba ji televîzyona mere axivîn .
Rojnemevan Idrîs Henan û Cemîl Reşîd diyar kir ger tiştek bi Silman Ehmed were PDK’ê berpirsyare .

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 117 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Di vî alî de jî PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Idrîs Henan: Ger tiştek bi Silêman Ehmed were PDK berpirsiyar e

Derbarê vê yekê Rojnemevanên kantona Efrîn, Şehba ji televzyona me Ronahî TV re axivin.

Rojnemevanan daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Silêman Ehmed kirin.

Rojnemevan Idrîs Henan destpêka axaftinên xwe serpêhatiyên xwe bi rojnemavan Silêman Ehmed re vegotin.

Idrîs diyar kir ku PDK’ê ne cara yekê ye ku mîna van kiriyaran pêk tîne.

Di dawiyê de Idrîs Henan tekez kir ku ger tiştek bi Silêman Ehmed were PDK berpirsyar û sûcdare.

Cemîl Reşîd: Revandina Silêman Ehmed derveyî yasayên hiqûqî ne

Li aliyê din rojnemevan Cemîl Reşîd jî diyar kir revandina Silêman Ehmed derveyê yasayên hiquqî ne.

Cemîl Reşîd her dawî daxwaza berdana Silêman Ehmed kir û tekez kir divê dawî li rêbazên girtina rojnemevanan were kirin.

Back to top button