
Li Mexmûrê çalakiya nobetê a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 124 rojin dewam dike.
Îro jî koma 26’an çalakiya nobetê dewr girt.
Çalakiya nobetê di 20 Tîrmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî hatibû destpêkirin.
Îro jî koma çalakiyê ya 25’an çalakî dewrî koma 26’an kir.
Merasîm bi amadebûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 25’an Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Roj Yildiztan axivî û got:
“Ev sê salin me tu agahî ji Serokê xwe ne girtiye. Em êrişên li ser Serokatî, ciwan û gelê Kurd şermezar dikin.
Bi van êrişan dixwazin ciwanan ji Rêbertî dûr bixin.
Lê emê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Mexmûrê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.