Li Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê jinan meşek lidarxistin

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê meşek li darxistin.
Di meşê de hate diyar kirin ku paradîgmeya Rêber Apo mîsogeriya bidestxistina azadiyê ye.

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de, li Helebê meşek hat li dar xistin.

Meş ji qada Şehîdan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Di meşê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Piştre jî meş veguherî mîtingê.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Rewşen Nesan axivî û got:

“Ji bo mîsogeriya azadiya jinan û bidawîkirina tundiyê pêwîst e jin xwe bispêrin fikrê Rêber Abdullah Ocalan.”

Mîting bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Bi boneya 25’ê Mijdarê 2 semîner hatin dayîn

Back to top button