
Bi boneya 25’ê Mijdarê Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 semîner li darxistin.
Bi nêzîkbûna 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê semîner li dar dixin.
Semîner ji aliyê rêbebera Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Meqbûle Muslim ve hat dayîn.
Meqbûle Muslim diyar kir divê jin li dijî tundiya heyî têkoşînê bilind bikin.
Di heman çarçoveyê de, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê semînerek ji bo pênasekirina tundiya li ser jinan û bandora wê li ser jin û civakê da.
TAJÊ bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand