Hîlala Zêrîn di afrandina çanda azad de giringiyê dide ser perwedekirina zarokan

Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn di afirandina çanda azad de giraniyê dide ser perwerdekirina zarokan. Hewl dide wênevanên zarok ên şoreşê biafirîne.

Hîlala Zêrîn ku xwe spart Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn û di sala 2020’î de hate vekirin, ji bo pêşketina zarokan giranî da ser perwerdeya çand û hunerê.

Hîlala Zêrîn li navenda çand û hunerê ya li Qamişlo perwerdeya wêneyan dide 13 zarokan.

Li Qamişlo, Hesekê, Şehba û Firatê qursên perwedeyê hatin vekirin û tevkariyê li pêşketina zarokan dike.

Zarokên ku ji salekê heta sê salan perwerdeyê dibînin li vê navendê têdigihêjin.

Zarok hefteyê du rojan bi du saetan perwerdeya xêzkirina wêneyan a bi boyax û pênûsê dibînin.

Her zarok piştî perwerdeya bingehîn dest bi xêzkirinê dikin û li gorî asta xwe ya pêşketinê jî derbasî qonaxeke din dibe.

Çêkirina wêneyan ku tevkariyê li pêşketina mejî, hestewarî û civakî ya zarokan dike, her wiha dibe alîkar ku zarok li nava civakê, li nava malbatê xwedî kesayeteke serkeftî be.

Back to top button