Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku şêxê şehîd Hayis el-Ciriyan nîşana aştî û jiyana hevbeş e.
Mezlûm Ebdî bi peyamekê der barê şehîdxistina şêxê eşîra Benî Seba de ku ji aliyê çeteyên Difa el-Wetenî ve hatibû armanckirin, axivî.
Ebdî anî ziman ku:
Şêx Hayis el-Ciriyan şêxê eşîra Benî Seba bû nîşana aştî, biratî û jiyana hevbeş.
Şêx el-Ciriyan şehîdê aştiyê ye û em ê sozadarên têkoşîna wî bimînin û her tim wî bi bîr bînin.



