Ekwador derbasî qonaxa “rewşa şer” bû

Li Ekwadorê di çarçoveya têkoşîna li dijî komên çeteyên madeyên narkotîkê de, rewş metirsîdar dibe.
Serokê Ekwadorê Danîel Noboa got, Welat ketiye “Rewşa Şer”.

Ji 8’ê Çileyê ve, rewşa li welat metirîdar e.

Heta niha ji ber şer û aloziya heyî 14 kes mirine.

Bi sedan leşker li kuçeyên paytext Quîtoyê digerin û gel jî ji ber tirsa tundiyê ji malê dernakevin.

Noboa got,

“Em di rewşa şer de ne û nabe teslîmî van komên terorîst bibin.

Welat di nav “şerê navxweyî ya çekdarî” de ye.

Reva serçete Adolfo Macîasê bi nasnavê “Fîto” û serhildanên li gelek girtîgehan bû sedema bertekên li dijî Serokkomarê ku bi soza ewlehiya welêt hatibû hilbijartin.

Di dema ku DYA, Yekîtiya Ewropayê, Brezîlya, Kolombiya, Şîlî û Venezuela tundûtûjiyê şermezar kirin, Koşak Spî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî amade ye ku tevdîrên berbiçav bigire lê ew ê piştgiriyeke leşkerî nede.

Demekê Ekwador mîna bihuşta aştiyê dihat nasîn.

Piştî ku cîranên wê Perû û Kolombiyayê bûn navenda hilberandina madeyên narkotîkê, bûyerên tundiyê dest pê kir.

Kuştinên di navbera 2018 û 2023’yan de ji sedî 800 zêde bûne.

2023’an 7 hezar û 800 cînayet hatine qeydkirin û 220 ton hişbir hatiye desteserkirin.

Li Ekvadorê komeke çekdar bi ser televizyonê de girtin

Back to top button