Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 9’an de didome

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin, grev di roja 9’de didome.
Dîlgirtiyên azadiyê bi rêka malbatê xwe re peyamê xwe radighînin. Erhan Kaya ji girtîgehê peyam şend û bang li herkesî kir ku tevli pêngavê bibin.

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Girtiyan diyar kirin ku çalakiya wan dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike.

Çalakiya girtiyan di roja 9’emîn de berdewam dike.

Her roj girtî bi rêya malbatan xwe peyaman dişinin û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

Erhan Kaya: Xwedî li çalakiya me derkevin

Yek ji girtiyên siyasî Erhan Kaya ku li girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê dimîne peyanek şand.

Erhan Kaya di peyama xwe de banga xwedî derketina çalakiyê dîlgirtiyê azadiyê kir.

Erhan Kaya yê 28 sal in di girtîgehê de ye destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bikin û li hemû beşên civakê banga “xwedî derketinê çalakiyê” kir.

Kaya, da zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Qeyseriyê jî tevlî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûne û anî ziman ku heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn dê çalakiya xwe bidomînin.

Serra Bucak: Divê em deng bidin grevê birçîbûnê

Rêvebera HEDEP’a Amedê Serra Bucak jî derbarê grevê birçîbune de axifî û diyar kir ku divê piştgiriya berxwedana girtîgehan zêde bibin û wiha domand:

“Ev zext û êrîşên li ser girtîgeh û gelan girêdayê tecrîda Îmraliyê ye.

Tecrîda li Îmraliyê tê jiyîn bangor li ser hemû girtîgehan kiriye.

Divê hemû beşên civakê dengê girtiyên di grevê de bidin bihistin.

Em bang li hemû rayagiştî dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana girtîgehan û bibin dengê wan.”

Sultan Yaray: Em ê tecrîdê bişkînin

Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray jî li ser haman mijarê axifî û got:

“Wek em her tim dibêjim tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû girtiyan û civakan e.

Gelê Kurd li dijî zextan têdikoşe. Bi sedsalane hebûna Kurdan tune tê hesibandin.

Em ê tecrîdê bişkînin. Em bi israr û biryarin. Divê gelê Kurd xwedî li vê berxwedanê derkeve û ji vê koletiyê xilas be.”

Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 8’an de didome

Back to top button