42 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed Ev 42 rgojin agahî jê nayê girtin.
Derbarê revandina Silêman Ehmed de Rojnamevan Kemal Çomanî banga azadkirina wî kir û got:
“Têkoşîna ji bo azadiya Silêman Ehmed, di heman demê de têkoşîna li dijî faşîzma li tevayî Başûrê Kurdistanê ye.”

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve li ser Sînorê Sêmalka hat revasndin ev 42 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û xeterî li ser jiyana Silêman zêde dibe.

PDK’ê her wiha rê li ber parêzer û malbatê digrin ku hevdîtinê pêre bikin.

Derbarê revandina Silêman Ehmed bi awayekî ne hiqûqî de, Rojnamevan Kemal Çomanî axivî û got:

Rojnamevan Kemal Çomanî: Em ji bo azadiyê têdikoşin

“Em li dijî dijminên azadî û demokrasiyê yên Başûrê Kurdistanê, şerekî mezin dikin.

Lê divê em bi têkoşînek demokratîk û bi exaq, bikaribin van dijminan naçar bikin ku bi azadiyê bawer bin.”

Kemal Çomanî: Divê rojnamevan Silêman Ehmed di demek nêz de azad bibe

Kemal Çomanî diyar kir ku parastina Silêman Ehmed parastina azadî û têkoşîna li dijî faşîzma ku li Başûr pêş dikeve ye û wiha dewam kir:

“Heta ku sînorên sîstema siyasî, aborî û leşkerî neyê rexnekirin, azadî tu wateya xwe nîne.

Silêman Ehmed ji bo van baweriyan têkoşîn dikir û ji ber vê jî ji aliyê PDK’ê ve weke metirsî hat dîtin.

ji Silêman Ehmed re azadî û silav û ji kujerên azadiyê re jî serşûrî.

Em ji Silêman Ehmed û ji hemû kesên ku di oxira têkoşîna azadî û wekheviyê di girtîgehên Hikûmeta Başûr re azadî dixwazin.”

Ajansa Rojnewsê jî destnîşan kir ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.”

41 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button