Gîsela Penteler: Pergala tecrîdê êşkence ye

Endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Gîsela Penteler li ser tecrîta girankirî ya li dijî Rêber Apo axivî û got:
”Divê hemû kes tevlî pêngava ‘Azadî ji Ocalan re’ bibe.”

Pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ her ku diçe bezin dibe.

Derbarê pêngavê de endama Yekitiya Hekîmên Navneteweyî ya Ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerê Gîsela Penteler axivî û got:

”Tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan işkenceye û bi tecrîda ku pêk tê jî hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.

Parêzvanên Mafê Mirovan tecrîdê wek îşkence qebûl dikin.

Tirkiye aliyê Peymana Li dijî Îşkenceyê ye. Lê di gelek mijarî de hukmên vê peymanê binpê dike.

CPT çû serdana Tirkiye û Îmraliyê ye. Lê destur neda rapor bên weşandin. Ji ber vê peymanê encam neda.”

Gîsela Penteler: Bêyî birêz Ocalan çareserî ne pêkane

Gîselaya penteler di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya kampanyayê û got:

“Pirsgisrêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan û tevlibûna wê dikare çareser bibe.

Em bi vê bawer dikin lê mixabin kampanya bi tena serê xwe têr nake.

Kampanya pir girîng e û ji ber vê em tevli bûn.

Lê hîna negihitşiye çapemeniya alîgir û mirovan.

kampanya tenê li dora aktîvîstên têkidlar dimîne.

Ez bang li hemû kesî dikim ku bibin hevkar û vê bidin bihistin.”

“Rêber Apo bûye çavkaniya hêviyê ya gelan”

Back to top button