Ji ber dorpêça hikumeta Şamê Şehba li beramberî karesetekî mirovî ye

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser Şehbayê didomîne.
Ji ber dorpêçê hemû jiyan li Şehbayê hate tevizandin û her wiha rewşa tenduristiyê jî li ber xeteriyê ye.
Nexweşaxaneya Avrînê jî ku piştî dagirkirina Efrînê li navçeya Fafînê hate demezrandin, niha ji ber dorpêçê ji sedî 80 nikare xizmetê bike.

Ji ber dorpêça li ser herêma Şehbayê ku bûye 6 sal bê navbera ji aliyê hikumeta Şamê ve tê ferzkirin, qada perwerde, şaredarî, çandinî, tendurisî û hemû jiyan li Şehbayê hatiye tevizandin.

Hemû pêdiviyên jiyanê li ser herêmê hatine qutkirin.

Ji ber nebûna sotemeniyê ji 23’ê Mijdarê ve Şehba di tarîtiyê de ye.

Nexweşaxaneya Avrînê ku piştî dagirkirina Efrînê li navçeya Fafînê hate demezrandin, ji 25’ê Mijdarê ve kete rewşa awarte.

Hemû beş li nexweşxaneya Avrînê hate sekinandin û tenê di rewşên gelekî lezgîn de dixebitin.

Arîn Alî: Herêma Şehbayê bi kaoseke tenduristiyê rû bi rûye

Endama Rêveberiya Nexweşxaneya Avrînê Arîn Elî li ser bandora dorpêçê axifî û wiha got:

“Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê xwe li vê nexweşxaneyê derman dikin. Niha jî li ber sekinandinê ye.

Eger ev rewş wisa berdewam bike, wê herêma Şehbayê rû bi rûyê kaoseke tenduristiyê bimîne.”

Azad Reşo: Karesetekî mirovî ya mezin li Şehba heye

Hevserokê Desteya Tenduristî ya Kantona Efrîn û Şehbayê bijîjk Azad Reşo jî da zanîn ku rewşa heyî ji 6 salan ve li Şehbayê dewam dike û wiha anî ziman:

“Zexta dorpêça hikumeta Şamê, li Şehbayê îsal jî gihiştiye lûtkeya xwe.

Ji ber kêmbûna sotemenî û derman li kampa Efrîn a Şehbayê zarokekî jiyana xwe dest da.

Ji ber wê herêma Şehba li beramberî karesetekî mirovî ya mezin e. Rewş bi xeteriyê ve diçe.”

Koçberên Efrînê: Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin

Derbarê heman mijarê de koçberên nexweş ên ji Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne axivîn.

Koçbera bi navê Zelox Mihemed ku nexweşiyên şekir û tansiyonê pê re heye axifî û got:

“Divê ez hefteyê carek an jî du caran li şekira xwe meyze bikim, lê li Heyva Sor a Kurd li kampê tune ye.”

Dayika zarokekî nexweş Cîhan Menen jî destnîşan kir ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê xetereya herî mezin li ser nexweşan e.

Bazarên sêalî û ambargoya li ser Şehba

Back to top button