Artêşa Iraqê li dijî Şengalê êrişa dagirkirinê da destpêkirin

Plan û êrişên li ser Şengalê dewam dikin. Artêşa Iraqê îro careke din li dijî Şengalê êrişa dagirkirinê da destpêkirin. Îro bi dehan tank û wesayîtên leşkerî berê xwe dan Şengalê. Li nahiyeyên Sinûnê û Dugirê şerên giran qewimîn. Artêşa Iraqê bi tankan û çekên giran cih û deverên Şengalê bombebarankirin.

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê destpêkê li Sinûnê pişt re jî li xeta başûrê Çiyayê Şengalê dor li bendên Asayîşa Êzidîxanê û YBŞ-YJŞ’ê girtibûn.

Di 21’ê Nîsanê de jî şandeyeke payebilind a leşkerî û îstîxbaratî hatibû Şengalê û bi nûnerên civaka Êzidî re hevdîtineke kiribû.

Di vê hevdîtinê de, şandeya Bexdayê ji çareseriyeke bingehîn zêdetir helwestekê ku dixwaze rewşa heyî bicemidêne nîşan dabû.

Ev çend roj in li Bexda û Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek hevdîtin hatin kirin.

Lê artêşa Iraqê di polîtîkayên dagirkeriyê de bi israre.

Li milê din jî bi taybet PDK di nav liv û tevgereke mezin de bû, da ku zextê li ser artêşê çêke, zemîna provokasyonan amade bike û rê li ber şer veke.

Ji xwe ji 18’ê Nîsanê heya niha PDK û aliyên girêdayî wê, gelek caran bang li artêşa Iraqê kirin ku êrîşê Şengalê bike.

24’ê Nîsanê, nûnerê PDK’ê di Fermandariya operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Tilet bi daxuyaniyeke fermî bang li hikumeta Bexdayê kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne.

Piştî van plan û hewldanên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê, şevê din artêşa Iraqê xwest hêzeke mezin derbasî nahiya Sinûnê bike.

Lê ji ber parastina Asayîşa Êzîdxanê nekarî hêza xwe derbas bike û di encama êrîşa artêşê de şer derket.

Li navçeyên Sinûnê û Dugirê şerên giran qewimîn

Artêşa Iraqê vê carê di saetên sibê de karwanek zêde ya wesayîtên zirxî derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojava kir.

Artêşê carek din hewl da bi hêzek mezin bikeve Sinûnê û êrişî hêzên parastinê kir.

Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzek mezin xist nava tevgerê.

Artêşa Iraqê bi zorê hewl da ji milê Tirbika ve derbasî nehiya Sinunê bibe.

Piştî sewqîyata leşkerî li ser sînorê Şengal-Rojava û êrişan li Sinûnê, tevgera hewayî li ser Şengalê zêde bû.

Li ser tevahî Şengalê helîkopterên leşkerî geriyan.

Ji navenda Şengalê heya li ser Dugurê, Sinûnê, Xanesorê, Medîban û gelek herêmên din helîkopter li ser qadê firiyan

Artêşa Iraqê ku li beramberî berxwedana şervanên Şengalê a li xeta Sinunê asê man, dest bi êrişên giran kirin.

Artêşê bi tank, top û çekên giran, ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrişê kir û şerek giran rû da.

Li Dugura Şengalê jî Artêşa Iraqê bi tankan êrişek berfireh pêk anî.

Arteşê dibistanek a li navçeyê bi tankan rûxand.

Li gorî agahiyan artêşa Iraq bi fermana Fermandariya Operasyonên Musilê ku dibin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de, tevdigere û êriş dike.

Back to top button