Artêşa Iraqê li dijî Şengalê êrişa dagirkirinê destpêkir

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweser ya Şengalê Heso Îbrahîm, Hevserokê PADÊ Omer Salih û Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif bertek nîşanî êrişên artêşa Iraqê yên li Şengalê dan.. Hat gotin: Divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Şengalê seferber bibin.

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê a Êzdiyan-PADÊ Omer Salah û Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif derbarê êrişên li ser Şengalê de axivîn..

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê rêyeke din li pêşiya wan tune û got:

Heso Îbrahîm: Ji bilî berxwedanê ti rêyeke din li pêşiya me tune ye

“Em ne dijminê Iraqê ne, me hêz li hemberî dewleta Iraqê ava nekirine.

Eger hikumeta Kazimî bixwaze planên DAIŞ’ê pêk bîne, wê bersiva xwe bigre.

Ji bilî berxwedanê li Şengalê tiştek nîne.”

Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Îbrahîm êrişa 2014 a bi destê DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk bibîr xist û ev yek anî ziman:

“îro jî em ê li ber xwe bidin.

Bila kes ne li bendê be ku xelkê Şengalê teslîm bibe.

Weke Rêveberiya Xweser em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî civaka Êzidî, êdî dem dema berxwedanê ye, dema seferberiyê ye.”

Hevserokê PADÊ Omer Salih: Xwedî li Şengalê derkevin

Hevserokê partiya azadî û demokrasiyê a Êzdiyan PADÊ Omer Salah jî balkişand ser tevgera dawî ya artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê û diyar kir ku ew li ber xwe didin…

Her wiha Omer Salih bang li herkesî kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Foza Yûsif: Kurd li her derê ji bo Şengalê divê seferber bibin

Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yûsif jî bertek nîşanî êrişa li ser Şengalê da û diyar kir ku metirsiya êrişên li ser Şengalê mezine û got:

“Gelê Iraqê divê li dijî vê plana qirêj ya dewleta Tirk û hevkarên wê Kazimî û PDK`ê derkevin.

Gelê Kurd yê li her çar perçeyên Kurdistanê jî divê li Şengalê xwedî derbikeve.”

Foza Yûsif: Êriş li dijî nasnameya Kurdan e

Foza Yûsif destnîşan kir ku ev êriş ne tenê li ser Şengalê ye, di heman demê de li ser Rojavayê Kurdistanê ye jî û got:

“Destpêkê dixwazin Rêveberiya Xweser li Şengalê bifetisînin û piştre Rojavayê Kurdistanê jî bifetirsînin.

Ji bo wê divê em ji vê plana qirêj haydar bin.

Divê em vê plana xeter vala derbixin.

Banga me ji bo hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê ye jî ku helwestên hevbeş nîşan bidin.

Êriş li ser nasnameya Kurdan e. ”

Back to top button