Li mizgefta Aksa ya li Qudisê 200,000 kesî nimêja cejna Remezanê kirin

Ji bo civaka misilman îro rojek xweş û bi wate ye. Piştî 30 rojên ji rojî, îro roja yekem a cejna remezanê ye. Li seranserê cîhanê, civaka îsralm li mizgeftan nimêza xwe kirin û dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin. Careke din, çav li ser Mizgefta Aksa ya li Qudisê bû. Di nimêja cejnê ya li mizgeftê de, 200 hezar kes amade bûn.

Piştî 30 rojên ji meha rojiya remezanê, îro roja yekem a cejna remezanê ye.

Beriya pîrozbahiyên cejna remezanê, despêkê li mizgeftan nimêja cejnê hate kirin.

Di saetên siharê de, bêtirî 200 hezar kesî berê xwe dan Mizgefta Aksa ya li Qudisê.

Despêkê nimêja cejnê hate kirin.

û piştre cejin li hev hate pîrozkirin.

Siûdî li mizgefta El Rajhî ya li paytext Riyadê ji bo nimêja cejnê kom bûn.

Siûdiyan di dema minêjê de hêvî û duayên xwe kirin.

Qiralê Erebîstana Siûdî Selman bin Ebdulezîz jî li Meke tevlî nimêja cejna remezan bû.

Ev der jî paytexta Endonezya Jakarta ye.

Ji bo nimêja cejna remezanê bi hezaran kes li mizgeftan kombûn.

Nimêj li kolanên Endonezya jî bi girseyî hat pîrozkirin.

Li mizgefta Ayasofya ya li Stenbolê jî nimêja cejna remezanê bi beşdariya hezaran kesî pêk hat.

Li Rûsya jî nimêja cejna remezanê bi girseyî hate kirin.

Biden cejna Remezanê li civaka Misliman pîroz kir

Serokê DYA’yê Joe Biden ji bo Mislimanên ku hem li DYA’yê hem jî li cihên cuda yên cîhanê dijîn peyama cejnê weşand.

Joe Biden di peyama xwe de got:

“Ez û hevjîna xwe Jîl cejnê li hemû misilmanên ku vê cejnê hem li Amerîkayê hem jî li cihên din dimênin, pîroz dikin.”

Biden anî ziman ku ji ber cejnê ew ji bo penaberên ku ji cih û warên xwe bûne û malbatên şikestî yên li deverên cuda yên cîhanê dua dikin.

Putin: Misilmanên li Rûsya di aştiyê de rolek girîng dileyîzin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi boneya cejnê peyamek weşand pirozbahiyê weşand û got:

Misilmanên li Rûsyayê di aştiya navnetewî de roleke mezin dileyîzin.

Back to top button