Ciwanên Kurd li paytexta Fransa Parîsê, li dijî tecrîd û dagirkeriyê çalakî li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi slogana “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” çalakî li dar xist.
Ciwanên Kurd li banliyoya Drancyê li hev kom bûn û bi pankarta bi nivîsa “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re” meşiyan.
Her wiha ciwanên kurd li bajarê Marîgnaneyê jî tecrîd şermezar kirin û bang li ciwanan hemûyan kirin ku beşdarî çalakiyan bibin.
Ciwana diyar kirin ku daxwazên dîlgirtiyên azadiyê daxwazên wan e, heta dawîanîna tecrîdê wê çalakiyên wan bidome.