Meclisa Nuneran daxwaza girtina Trump ji erk kir

Cara duyemîn Meclisa Nuneran a Amerîkayê daxwaza girtina Trump ji erkê kir.
Beşek ji endamên partiya Komarparêz ya ku Trump serokê wê ye jî piştgiriya Demokratan kir.
Trump banga dûrketina ji tundiyê li alîgirên xwe kir.
Lê ji ber metirsiya heyî bi hezaran Parêzvanên Netewî li avahiya Kongrê dest bi kar kirine.

Hêrsa Serokê DYA Donald Trump niha bûye bela serê wî.

Gotin û hewildanên wi yên sorkirinê niha Trump aniye ber dawiyê.

Di dengdana Meclisa Nuneran a DYA de, li dijî Trump bi cezayê “teşwîqkirina îsyanê” madeya azîl hate pejiradin.

Demokratan di Kongreya DYA de, ji ber êrîşa 6’ê Çile ya li dijî Kongrê Trump berpirsyar dîtin û li hemberî wî gav avêtin.

Trump yê kêmî hefteyekê dem ji erkê wî mayî ji aliyê Meclisa Nuneran ve bi madeya azîlê ya “teşwîqkirina îsyanê” tê tewambarkirin.

Piştî nîqaşeke dirêj ya di Dîwana Giştî ya Meclisa Nuneran de, madeya “teşwîqkirina îsyanê” ku Trump jê dihat tewambarkirin bi 197 dengên “Na” li pêşberî 232 dengên “Erê” hate pejirandin.

Balkêşe ku 10 komarparêzan jî dengê erê bikar anîn.

Bi vê yekê re serokê DYA yê 45. Trump, bi daxwaza girtina ji erk, serokê yekeme ku du caran daxwaza girtina wî ji kar hatî kirin ne.

Bivê taybetmendiya xwe jî Trump ket dîrokê.

Lê biryara dawî ya cezakirina Trump, ji aliyê Senatoyê ve wê were dayîn.

Di Senatoyê de Komarparêz wê li rêbazek xelaskirina Trump bigerin

Têkildarî dengdayîna mijarê di Senatoyê de, heta niha dîrokek ne hatiye diyarkirin.

Lîderê Senatorên Komarparêz Mitch McConnell ku piraniya zêde ya dengan di destê wan de ye, ragihand ku beriya 20’ê Çile wê ti runiştin ji bo mijara cezakirina Trump pêk neyê.

Bivê re hat xuyakirin ku ji bo darizandina Trump di Senatoyê de biryar wê di serdema serokatiya Joe Biden de pêk were.

Ji bo Senato Trump suçdar bibîne, divê herî kêm ji 3 yan 2 zêdetir dengê Erê bide.

Ango ji 100 Senatoran divê herî kêm 67 dengê Erê bidin.

Her çiqasî hinek Senatorên Komarparêz dibêjin wê dengê Erê bikar bênin jî lê ya diyar ewe ku biryara darizandina Trump ji aliyê Senatoyê ve nayê erêkirin.

Her çiqasî dema serokatiya Trump bi dawî bûye jî lê Demokrat dixwazin pêvajoyê bilez birêve bibin û bigihînin encamê.

Demokrat dixwazin bi vê yekê re pêşî li namzetiya serokatiya Trump ya careke din bigrin.

Trump banga dûrketina ji tundiyê li alîgirê xwe kir

Di vê navberê de Trump bi rêya video peyamek ji alîgirên xwere şand û daxwaza arambûnê kir.

Her wiha bi hezaran Parêzvanên Netewî ji bo ewlekariyê li avahiya Kongrê dest bi kar kirine.

Back to top button