Amerîka û Talîban girtiyên xwe bihev guhertin

Amerîka û Talîban ya Efxanistanê birêve dibe, êdî lihevkirinên berbiçav pêk tên.
Amerîka û Talîbanê girtî bi hev guhertin.

Wezareta Karê Derve ya Efxanistanê daxuyaniyek da û ragihand ku leşkerekî payebilind ê artêşa deryayî ya Amerîka yê ku du sal in di destê Talîbanê de bû, îro radestî Amerîka hatiye kirin.

Hate diyarkirin DYA jî kesekî girîng ê rejîma Talîbanê teslîm kiriye.

Wezîrê Karê Derve Emîr Han Mûttakî got;

“Îro Mark Freîchs radestî DYA hate kirin û Haci Başar jî li balefirgeha Kabulê radestî me hate kirin.”

Li gorî nûçeya AFP’ê endamê Talîbanê Beşîr Nûrzayî li DYA’yê ji ber eroînê cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Berdevkê hikumetê Zabîhulalh Mucahîd ji AFP’ê re axivî û got;

“Beşîr Nûrzayî bi awayekî fermî di nav Talîbanê de cih nagire lê piştî salên 1990’î dema ku Talîban derket holê, çek jî di nav de alîkariyeke girîng daye.”

Back to top button