Austin: 20 welatan ragihandine ku wê alîkariya çekan bidin Ukrayna

DYA ji bo piştevaniya Ukrayna di tevgerê de ye. Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin diyar kir ku 20 welatan ragihandine ku ewê alîkariyên nû yên çekan bidin Ukraynayê.

Austin û Serfermandarê DYA General Mark Milley beşdarî civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê bi rayedarên leşkerî û parastinê yên 47 welatan re bûn.

Herdu rayedaran piştî civînê derketin pêşiya çapemeniyê.

Austin da zanîn ku piştî civîna berê Awistrya, Bosna Hersek, Kosova, Kolombiya û Îrlanda jî beşdarî vê civînê bûne.

Milley: 102,000 leşkerên me li Ewropa hene

General Milley, hûrguliyên hebûna leşkerî ya Amerîkî li Ewropayê eşkere kir.

Milley da zanîn ku di bihara borî de 78 hezar leşkerên Amerîkî di nav Fermandariya Hêzên Ewropî yên Amerîka (EUCOM) de hebûn.

Di nav wan de, hêzên asmanî, bejahî û deryayî jî hene.

Piştre ev mijar ji sedî 30 hatiye zêdekirin.

Serfermandarê Amerîkayê got, Niha 102 hezar leşkerên me li Ewropayê hene.

Berê Derya Baltîk û Derya Spî 6 keştiyên şer hebûn.

Lê niha ev jimar ji gihiştiye 24’an û 15 hezar leşkerên deryayî hene.

Doh di civîna Davosê de serokoamrê Ukrayna bi awayekî eşkere anî ziman ku mehane ji wan re 5 milyar dolar pêwist dike.

Back to top button