Ji bo azadiya Rêber Apo li paytexta ‘talya Romayê konserek mezin hate lidarxistin

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo azadiya Rêber Apo ji aliyê saziyên Kurdistanî û Îtalyayî ve konserek mezin hate lidarxistin.
Di konserê de banga azadiya Rêber Apo hate kirin

Bi şîara “Dema Hêvî û Ji Abdullah Ocalan re Azadî” li paytexta Îtalya Romayê konserek hate dayin.

Bi dehan hunermendên navdar ên li Romayê tên naskirin û bi hezaran kes tev li konserê bûn.

Axaftina destpêkê ya konserê ji aliyê serokê şaredariya herêma heştemîn a Romayê Amedeo Ciaccheri ve hat kirin.

Amedeo têkoşîna gelê Kurd silav kir û banga azadiya Rêber Apo kir.

Di şevê de lîstikvana navdar Anna Favella jî derket ser dikê û beşên ji parastina Rêber Apo xwend.

Favella taybetî bal kişande ser nirxandinên Rêber Apo yên di derbarê têkoşîna jinan de.

Her wiha lîstikvanê navdar ê xelata Oscarê wergirtî Elio Germano jî li ser Rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurd nivîs xwend.

Piştî axaftinan komên mûzîkê û hunermendên navdar derketin ser dîkê.

Di dawiyê de beşdarên konserê xwestin Rêber Apo tavilê bê berdan.

Back to top button